Carêke din hewce dibinîm ku li ser Tirkiyeyê binivîsim. Sedem rapora Parlamena Ewropayê ya sala 2010’an a li ser Tirkiyeyê ye. Parlaman giliyên xwe li ser azadiya çapemeniyê, li ser sansûrê û li ser otosensûra ku li Tirkiyeyê her diçe zede dibe, tîne li ser ziman. Li gor raporê çapemeniyêke bê alî hîmê civatêkî demokratîk e. Ji ber vê yekê jî ji Tirkiyeyê tê xwestin ku azadiya raman û çapemeniyê biparêze. Li gor peşniyazên Parlamanê:
- Divê li Tirkiyeyê zagonêka nû ya çapemeniyê derkeve; - Pêwiste hewl vere dayîn ku çapemenî bê alî be; - Divê kontrola li ser çapemeniyê ji hole were rakirin. - Divê di hilbijartinan de bendav ji sedî 10 kemtir be; - Pir rengiya partiyan dê bibe stûna sîstemê; - Pir rengiya civaka Tirkiyeyê divê li parlamanê were temsîl kirin; - Divê li ser fînansekirina partiyan kontroleke tund were li darxistin; - Alîkariya ku ji bo partiyan tên divê di bin konrtolê de be; - Divê demokrasiya hundirîn ya partiyan were sazkirin.
Li gor rexneyên ku di raporê de ji bo Tirkiyeyê tên kirin xûya dike, li Tirkiyeyê sîstemeke demokratîk a partiyan nîn e;
- Ji bo pirsgirêka Kurd rêyêkî domokratîk nehatiye pejirandin; - Zagon destûrê nadin ku zimanê Kurdî li gel daireyên fermî were bikaranîn; - Destûr ji bo perwerdeya zimanê Kurdî nîn e; - Zagonên li dij terorîzmê hemû rexnegerên hikûmatê tawanbar dikin; -Di herema Kurdan de tedbîrên aborî kem in. Yek ji rexneya bingehîn ya raporê; girtin û mehkemekirina 151 polîtîkvan, aktîvîstên Kurdan, şaradarên ku hatine hilbijartinê ye. Li gor raoprê divê kesên ku legal karê polîtîk dikin bikaribin di nav azadiyê de karên xwe bimeşînîn. Lê bi salane ku Parlamena Ewropayê raporên xwe di darberê pêşveçûnan de diweşîne û li Tirkiyeyê tu bandora raporan jî nayên holê.
***
Û Newroz û bihar bi hev re tên. 8’ê adarê hat pîrozkirinê. 12 Adarê salvgera Serhildana Qamişlo bû. Û herî girîng, di 12’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê hilbijartin tên lidarxistin. Di Newrozê de kesên bindest dengê xwe bilind kin. Di 8’ê adarê de jinan dengê xwe bilin kirin. Di 12’ê Tirmehê de hemû Kurda bi hev re ji bindestiyê re gotin na. Divê kesên aştîxwaz û demokrat rê ji siyaseta çekan re bigrin. Lê berê her tiştê divê roja Newrozê dengê Kurdan bighije azman. Û herkes bizane ku mirov nikare dengê azadîyê bixeniqîne. Ezê jî di roja Newrozê li Kurdistanê bim. Û ji naka ve, Newroza we pîroz be!
|
Bu
yazıya 1
adet yorum yapıldı.
|
|
|
|
|
|
|
Ziyaretçi Sayımız |
2338033
|
|